6. Festîvala Ş. Bêrîtan a wargeha Ş. Rûstem bi dawî bû

6. Festîvala Ş. Bêrîtan a wargeha Ş. Rûstem bi dawî bû

6. Festîvala Şehîd Bêrîtan a li Wargeha Ş. Rustem Cûdî hat lidarxistin, piştî sê rojan bi konser û çalakiyên curbecur bi dawî bû.

6. Festîvala çand û hunerê ya Ş. Bêrîtan ku her sal li wargeha Şehîd Rustem Cûdî di 25-26 û 27’ê Cotmehê de tê li darxistin û sê rojan berdewam dike duh di roja sêyem de bi coş û tevlîbûnekî zêde ya gelê wargehê di saetên direng ên şevê de bi dawî bû. Di roja sêyem a festivalê de gelek hunermend Farqîn Amed, Zelal û Koma Rojava, folklor, nîşandana cil û bergên herêmî û govenda giştî hatin kirin. 

Her wiha di şevê de xelatên komên turnûva futbol û voleybolê yên keçên ciwan ku ji aliyê saziya ciwanên wargehê ve hatibû amade kirin hatin dayîn. Di turnûva futbolê de tîma Şehîd Kamûran ku bûye yekem xelata yekemtiyê wergirt. Tima Şehîd Rustem Cûdî duyem û tîma şehîd Cîlo jî bû sêyem. Di turnûva voleybolê ya keçên ciwan a bi navê turnûva Şehîd Ronahî jî tîma şehîd Bêrîtan bû yekem.
Festîval bi govenda giştî ku heya derangê şevê dewam kir bi dawî bû.