6. Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi meşekê destpê kir
6. Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi meşekê destpê kir
6. Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi meşekê destpê kir
6. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan, ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî veguheriye çandeke giştî, bi pêşengiya PAJK'ê bi meşekê destpê kir.
6. Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan saet di 09:00 de li pêş Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî destpê kir. Bi hezaran jinên beşdarên meşê li dora wargehê digerin û dê li qada TEV-ÇAND'ê kom bibin. Festîval wê bi xebatên weke meş, şano, sînema, hunerên destan, muzîk, wêne û spor wê sê rojan berdewam bike.
Festîvala ku bi şiyara "dem dema di xeta Şehîd Bêrîtan de rizgariya demokratîk û di xeta şehîd Sara de avakirina jina azad e" tê lidarxistin û dê silav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Rojava bê kirin.
Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku yekemcar di sala 2005'an de pêk hat, heta par her du salan carekê dihat lidarxistin û di encama biryara hevpar a TEV-ÇAND û tevgera jinê de êdî her sal tê lidarxistin.
Di sala 2002'an de bi avabûna tevgera çandê ya KCK'ê re, ji bo çand û hunera şoreşgerî bi çanda gel re bibe yek biryar hat dayîn ku li her derê çalakî û festîval bên lidarxistin û bi vê yekê re TEV-ÇAND û Tevgera Jinê bi navê Şehîd Bêrîtan li kampa penaberan a Ş. Rustem Cûdî ji sala 2005'an û vir ve festîvalê lidar dixe.
Festîvala îsal bi hûnermend, rewşenbîr, şexsiyet û partiyên hatine vexwendin re xwedî bernameyeke dewlemend a ji çar aliyên Kurdistanê ye.
BERNAMEYA FESTÎVALÊ
Festîval bi armanca piştgiriya Pêvajoya Rizgariya Demokratîk ku ji aliye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin diyarî şehîdên Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Bernameya Festîvalê ku ji bo dane naskirina çanda Kurd pir bi rengînî hatiye amadekirin wiha ye:
Roja 25 Cotmehê
Saet 9 meşa jinê dest pê dike û vekirina pêşangehê
Êvarê; saet 6 30 destpêdike
Bernamaya Şeva Yekê
Koma Ş. Berçem
Axaftina vekirinê
Koma Govendê ya Weqfê
Nahîde Hewramî
Sînevîzyon
Koma Dîcle Firat
Önder Deniz
Saet 3-4’ê rojê Turnavaya Voleybol, Fotbolê
Roja 26 Cotmehê
Saet 12 Xwerinên Herêmî
Piştî Nîvro Panel
Saet 3-4’ê rojê Turnavaya Voleybol û Fotbolê
Roja Duyemîn; Êvar
Saet 6 30 destpê dike
Koma Rojava
Kurte Fîlm
Koma Qereçox a Mexmûr ya Govendê
Zelal Gokçe
Koma Govendê a Herêma Botanê
Koma Zagros
Helîm Omerî
Roja 27 Cotmehê
Bernameya Roj
Piştî Nîvro Şano
Saet 3-4 Fînala Maça Voleybol û Fotbolê
Bernameya Şeva Sê
Koma Weqfê
Melak Rojhat
Koma Govendê ya Eyşê
Casim Rojvan
Defîle
Yunus Agirî
Koma Govendê ya Çelê
Erol Berxwedan
Bêrîtan ku navê wê li festîvalê hatiye kirin, bi xwe ji Dêrsimê ye û di sala 1992'an de di şerê Başûr de li dijî nokeriyê xwe ji zinar avêt û jiyana xwe ji dest da. Gelê Mexmûrê jî di şert û mercên giran ên penaberiyê de hewl dibe bi vê festîvalê re vê çanda berxwedanê ya Bêrîtan bide jiyîn.