6'emîn Mîhracana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan didome

6'emîn Mîhracana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan didome

6'emîn Mîhracana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan, li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi şîara ‘Di xeta Şehîd Bêrîtan de rizgariya demokratîk û di xeta Şehîd. Sara de avakirina jiyana azad’ bi meşeke girseyî hatibû destpê kirin didome.

6'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan a ku her du salan carekê tê lidarxitin, şevadin di demjimêr 18:30’an de bi beşdarbûna hezaran kesî li Navenda  TEV-ÇAND'a Wargehê destpê kir.

Mîhrîcanê bi deqîqeyekê rêz girtina ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane de destpêkir. Di mîhrîcanê de bê navber sloganên “Bijî serok Apo”, “ Bijî YPG û YPJ” û “Şehîd namirin” hatin avêtin.  Piştî rêzgirtinê Koma Şehîd Berçem derket ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin û gel li ber govend gerand. Piştî Koma Berçem endamê Koodînasyona Wargehê Rozerîn Yildiz axaftina vekirina mîhrîcanê kir û bal kişand li ser têkoşîna fermandara PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û da diyar kirin ku, Bêrîtan sembola xata li dijî xiyanetê ye û got: “Rêhaval Bêrîtan bi têkoşîna xwe ya fedayane derbeyek mezin li mejiyê mêtîngeriyê û xiyanetê da. Bêrîtanê biçalakiya xwe dîroka berxwedanê ji nû ve da nivîsîn.”

Yildiz silavên Gelê Wargehê li Rojavayê Kurdistanê re şand û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û hemû êrîşên li ser fîzîk û bedana jinê tê kirin şermezar kir.

Piştî axaftina mîhrîcanê hunermend Yunis Agirî derket li ser dikê û gel bi stranên xwe cuşandin. Piştî Yunis Agirî mîhrîcanê  bi koma Govendê ya Weqfa Mexmûrê berdewam kir. Piştî Koma Govendê jî  Nahîde Hewranî, Sinevîsyon, Koma Dicle û Firat, Onder Deniz derketin li ser dikê.