4'emîn Rojên Belge Filmên Mafê Mirovan destpê dike
4'emîn Rojên Belge Filmên Mafê Mirovan destpê dike
4'emîn Rojên Belge Filmên Mafê Mirovan destpê dike
Li Îzmîrê TÎHV, 4'emîn Rojên Belge Filmên Mafê Mirovan di navbera rojên 12-15'ê Kanûnê de li dardixe.
Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) 4'emîn Rojên Belge Filmên Mafê Mirovan li Îzmîrê di navbera rojên 12-15'ê Qanûnê li dardixe. Pêşandina 4'emîn Rojên Belge Filmên Mafê Mirovan li Navenda Çanda Fransiyan tê lidarxistin. Ji ber ku berxwedana Parka Gezî mohra xwe li sala îsal a 2013'an xist belge film diyariyê berxwedana Parka Gezî dikin.
Di bernameya îsal de, berxwedana dayîkên ku zarokên wan di binçavan de hatine windakirin, rû bi rûbûna bi raboriyê û hesab kirin, ji ber sedema pirsgirêka Kurd pirsgirêkên ku şer derxistin holê û li hemberî geşadana daxwazên aştî û dadmendiyê, îşkence û komkujiya girtîgehan, di dema xizmeta leşkeriyê de binpêkirina mafan yên ku hatine jiyan kirin, jinên ku bûne qurbaniyên şer, çandê ku ji ber pişaftin û penaberiyê bi winda bûnêre rû bi rû mane, tundiya nava malbata û mijarên wek drama karkerên ku dibin mêtîngeriya gerdûnî de tê dest girtin. Rojên Belge Filman yên ku filmên bijartî tê pêşandin de li hêvyêne ku rastî eleqeyek mezin wirin.
Di heman demê de di Rojên Belge Filman de derhênerên wek Nîlufer Uzunoglu, Ozgur Findik û Veysî Altay cihdigre û derbarê belge filman de bi sînemahezan re guftogo bikin.