18. Festîvala Çandê ya Skandînavyayê di 13'ê Îlonê de li Stockholmê ye

18. Festîvala Çandê ya Skandînavyayê di 13'ê Îlonê de li Stockholmê ye

Festîvala Çandê ya Skandînavyayê ku her sal bi awayekî kevneşop tê lidarxistin, îsal di 13'ê Îlonê roja Şemiyê de bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statuya siyasî" li paytexta Swêd Stockholmê tê lidarxistin.

Festîval wê li Solnahallenê saet di 17.00 de destpê bike û li gel Kurdistaniyên li Swêdê, wê yên li Danîmarka, Fînlandiya û Norwêcê jî beşdar bibin. Axaftvanê festîvala îsal jî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş e.

Li gel Demîrtaş wê nûnerên partiyên siyasî yên Swêdî jî di festîvalê de axaftinê bikin. Her wiha wê Heyva Sor a Kurdistanê jî ji bo Êzidiyan alîkariyê kom bike. Di festîvala ku wê sînevîzyon bê nîşandan de hunermendên Kurd jî wê derkevin ser dikê.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Swêdê, ji bo piştgirî ji gelê Êzidî yê rastî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê hatine û ji bo destekkirina gerîlayên li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyan li ber xwe didin, bang li hemû Kurdistaniyên li Skandînavyayê dijîn kir ku di 13'ê Îlonê roja Şemiyê de beşdarî festîvala li Stockholmê bibin.