Ziyaretên Lîbyayê ji bo Qeter û Tirkiyê zêde bûne

Zêdebûna trafîka hevdîtinê ya di navbera hikûmeta El-Wîfaq, Qeter û Tirkiye hêviyên çareseriya bi diyalogê ji holê radikin û aloziya heyî hê bêtir kûr dike.

Li gorî nûçeya ku di malpera El-Hedes de hatî weşandin bal hatiye kişandin li ser zêdebûna hevdîtinên di navbera hikûmeta El-WÎfaq, Qeter û Tirkiyê û li ser zimanê çavdêrên siyasî dibêje: "Ziyaret û tevgera berpirsyarên diplumasiya hikûmeta El-wîfaq û serokê rêxistina El-Îxwan ya Lîbyayê ji bo Tirkiyê û qeterê zêde bûne. Zêdebûna trafîka hevdîtina di navbera wan welatan di çarçoveya vesaziyên ku di pêvajoya pêşiya wan de tê amadekirin e û di heman demê de ji bo ku para wan ya di deshilatê de teqez bike ye."

heman malperê da zanîn ku roja yekşemê Serokê Meclîsa Dewleta Lîbyayê Xalid El-Mişrî gihişt Duha’yê û bi Emîrê Qeterê Tamîm Bin Hamad EL-Sanî û çend berpisyarên din yê Qeterê re civiya. Beriya wê bi çend rojan, Wezîrê Têkiliyên Derve û yê hundirîn a hikumeta El-Wîfaq Fethî Başaxa û Mihemed Siyale di hevdîtinekê bi Qetrê re hin peymanên Ewlehiyê îmze kirin. Piştî ziyareta El-Mişrî ya ji bo Qeterê bi çend saetan Serokê Konseya Serokkomartiyê Fayiz El-Serac yê ku ji Tirkiyê vedigeriya gihişte Terablûsê.

Endamê desteya ewlehî û parastinê ya parlemena Lîbyayê Elî El-tekbalî di hevpeyvîna xwe ya bi malpera El-Ereb de got: “Ev ziyaretên ku berpisyarên hikumeta El-Wîfaq û serokên El-Îxwan ji bo Tirkiyê û Qeterê dikin, ji bo ku çareseriya siyasî xirab bikin e. Ji berku çareseriya siyasî nakeve bin xizmeta herdu dewletan.”

Di heman demê de EL-Tekbalî diyarkir: “Ew çareseriyeke siyasî ya li gor berjewendiyên xwe dixwazin û dixwazin bi vê yakê plan û projeyên xwe li ser Lîbyayê pêk bînin.”