Zêdeyî 800 hezar Somalî ji ber ziwatiyê bûne penaber

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku nêzî sal û nîveke li Somalî ji ber ziwatiyê hejmara mirovên ji cih û warê xwe bûne, zêde bûye. Li herêmê çar demsalan li ser hev baran nebariya ye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber ziwatiya ku hîn jî dewam dike heta dawiya meha Gulanê 805 hezar kes ji gundên xwe yên li Somalî derkertin, penaber bûn.

Ofîsa Alîkariya Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî ya li Somalî (Ocha) texmîn dike ku meha Gulanê 33 hezar kesên din ji ber ziwatiyê penaber bûne. Ev hejmar li gorî yên meha Nîsanê ji sedî 28 zêde ye.

Piraniya penaberan jî li nava herêmê tevdigerin. Reva ji cih û warê xwe di Çileya 2021'ê de destpê kir.

Somalî û welatên din ên li herêma Qiloçê Efrîkayê, di dema herî nebaş a ziwatiya dehan salên dawî de ne. Çar demsal in li pey hev baran nebariya ye. Saziyên alîkariyê bi mehan e li ser xelayê hişyariyê dikin.

Li gorî hikumeta li Mogadîşûyê, xetereya birçîbûnê li ser zêdeyî şeş milyon mirovî heye.

Nifûsa Somalî nêzî 16 milyon e. Ji destpêka sala 2022'an û pê ve bi giranbûna şer re hejmara mirovên ji cih û warê xwe bûne zêdetir bû.

Li Somalî gelek mirov bi rengekî kevneşop ji ber sewalkariyê nîv koçer in. Dewleta Somalî ku di nava krîzê de ye, bi taybetî ji ber êrişên milîsên El Şebab ên Îslamî bi tundî tê hejandin.