Yekîtiya Ewrûpayê hin astengkirinên aborî yên li ser Çînê rakir

Hemû cîhanê bala xwe daye ser şerê bazirganî yê ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp Çîn di serî de li dijî welatên din vekiriye lê Yekîtiya Ewrûpayê hin zextên li ser Çînê rakir.

Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku wê biryar daye ku nestendina panelên rojê yên ku ji Çînê tên îthalkirin û astengiyên aborî yên ku ji sala 2013’an û vir ve pêk dianî, bi dawî bike.

Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê daxuyanî da û diyar kir ku wan zextên aborî yên li ser nestendina panelên rojê rakirine yên ku ji Çînê dihatin îthalkirin.

Li gorî daxuyaniyê êdî astengiyên li ser şîrketên Çînê yên ku panelên rojê difiroşin, ji îro û şûnde hatiye rakirin. Di daxuyaniyê de ji bo hinceta biryarê jî ‘pêdiviyên’ bikarhênerên panelên rojê û hilberîner hate nîşandan.