Yekîtiya Ewropayê bi deh hezaran ton dermanê nebaş firotiye

Bi deh hezaran ton dermanên çandiniyê ku ji ber bandora xwe ya kanserojenê li Yekîtiya Ewropayê bû mijara nîqaşê, ji welatên cuda re tên şandin û bi vî rengî jiyana bi sed milyonan mirovî dikeve nava xeteriyê.

Li gorî lêkolîna saziyeke civakî ya sivîl a li Swîsreyê Pûblîc Eye, welatên Yekîtiya Ewropayê bi deh hezaran ton dermanê çandiniyê yên ku ji ber qedexeyê nayên bikaranîn, her sal difiroşin.

Li gorî lêkolînê, tenê di sala 2018'an de 81 hezar û 615 ton dermanê kêzikan (pestîsît) an jî dermanê gihayê (herbîsît) ji welatên bi pêş dikevin re hatiye firotin. Di nava van dermanên hatine firotin de 41 cûreyên dermanê çandiniyê hene ku ji ber bandora xwe ya kanserojen û bandorên cuda li tevahiya Yekîtiya Ewropayê bikaranîna wan qedexe ye.

Li gorî lêkolîna Pûblîc Eye, 90 ji sedî yê dermanê çandiniyê ku ji 85 welatan re hatin firotin, ji aliyê Brîtanya Mezin, Îtalya, Hollanda, Elmanya, Fransa, Belçîka û Spanyayê ve hatin firotin. Piraniya dermanê qedexekirî yê çandiniyê ji DYE, Brezîlya, Japonya, Ûkrayna, Meksîka û Komara Başûrê Efrîkayê re hatin şandin.

Di raporê de hate ragihandin ku ev derman ji welatên rojhilatê Ewropayê û gelek welatên Asyayê re jî hatine firotin.

Ev dermanên ku dibe sedema nexweşiyên kanserê, ji ber zerara xwe ya li çavkaniyên avê û eko-sîstemê li Ewropayê bikaranîna wan hatibû qedexekirin.