Yekîtiya Ewropayê 110 mîlyon Euro ceza li Facebookê birî
Yekîtiya Ewropayê, ji ber ku di kirîna bernameya WhatsAppê de agahiyên ne rast daye, 110 mîlyon Euro ceza li Facebookê birî.
Yekîtiya Ewropayê, ji ber ku di kirîna bernameya WhatsAppê de agahiyên ne rast daye, 110 mîlyon Euro ceza li Facebookê birî.
Komîsyona Ewropayê tespît kir, ku di lêpirsîna Yekîtiya Ewropayê ya li ser WhatsAppê de Facebookê agahiyên rast nedaye.
Komîsera Hevrikiyê ya Yekîtiya Ewropayê Margrehte Vesager got, "Biryara ku îro (Pêncşem) hate girtin, sînyaleke xurt dide hemû şîrketan, ku di mijara yekdestîkirinê de divê ji her alî ve hurmetê nîşanî pîvanên Yekîtiya Ewropayê bidin."
Ji ber ku di dema mijara kirîna WhatsAppê de agahiyên şaş û xapandinê daye, Yekîtiya Ewropayê 110 mîlyon Euro cezayê pere li Facebookê birî.
ÎTALYAYÊ CEZA LI WHATSAPPÊ BIRÎ
Rayedarên Saziya Hevrikiyê ya Îtalyayê jî, ji ber ku daneyên xwe bi Facebookê re parve kiriye, roja 12'ê Gulanê 3 mîlyon Euro cezayê pere li WhatsAppê birî bû. Rayedarên Îtalyayê ji WhatsAppê xwest, dest ji vê parvekirinê berde.