Yekîtiya Ewropa, Rûsya û Çîn wê li gorî peymanê tevbigerin

Welatên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku li gel biryara vekişînê ya DYA jî ew ê li gorî peymana nukleerê ya bi Îranê re tevbigerin.

Welatên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Heta ku Îran sozên xwe yên li ser mijara nukleerê bi cih bîne, wê Yekîtiya Ewropa jî bi giştî û bi bandor li gorî peymanê tevbigere."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rakirina pêkanînan xaleke bingehîn a peymanê ye. Yekîtiya Ewropa biryardariya xwe ya li ser dewamkirina vê yekê destnîşan dike."

Qesra Serokkomariya Fransayê jî li ser mijarê daxuyaniyek da. Çavkaniyên ji Qesra Elysee ragihandin ku Fransa û Ewropî wê ji bo parastina berjewendiyên şîrketên xwe her tiştî bikin.

Elmanya û Îngilîstanê jî eşkere kirin ku wê li gorî peymana nukleerê tevbigerin.

RÛSYA: EM Ê LI GORÎ PEYMANÊ TEVBIGERIN

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov nerazîbûn nîşanî biryara Trump da û diyar kir ku wê li gorî peymanê tevbigerin. Lavrov got, "Rûsya biryardariya xwe didomîne ku li gorî peymana navneteweyî ya li ser bernameya nukleerê ya Îranê tevbigere."

ÇÎN: DIBE KU LI ROJHILATA NAVÎN RÊ LI BER RÛDANA ŞEREKÎ NÛ VEKE

Wezareta Karên Derve ya Çînê da xuyakirin ku biryara DYA cihê xemgîniyê ye û fikar hene ku li Rojhilata Navîn rê li ber şerekî nû veke. Wezaretê destnîşan kir ku Pekîn wê li gorî peymana sala 2015'an li Viyanayê hate mohrkirin tevbigere û bang li hemû aliyan kir ku bi berpirsyariya xwe rabin. Rêveberiya pekînê got, "Çîn têkiliya xwe ya aborî û bazirganiyê bi Îranê re didomîne. Heta ku mecbûriyetên navneteweyî neyên binpêkirin, Çîn wê hevkariya xwe ya zelal û şênber a bi Îranê re bidomîne."

Îsraîlê biryara DYA bi kêfxweşî pêşwazî kir. Erebîstana Siûdî, Îsraîl û DYA li heman eniya li dijî Îranê cih digirin. Her sê welat Îranê li dijî xwe weke gefekê dibînin.

ÎRAN: DYA ŞERÊ PSÎKOLOJÎK DIKE

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî got, "Eger berjewendiyên gelê Îranê bên ewlekirin wê peymana nukleerê bidome û em ê karibin ji bo ewlekarî û berjewendiyên aştiyê yên herêmê û cîhanê tevbigerin." Rûhanî Serokê DYA Donald Trump sûcdar kir ku li dijî Îranê 'şerê psîkolojîk' dike. Rûhanî got ku wî ferman daye Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê ji bo tedbîrên pêwîst bigire û diyar kir, eger pêwîstî pê hebe wê bi rengekî bê sînor ji nû ve dest bi dewlemendkirina ûranyûma endurtriyî bikin.