Delege Franck Rîester roja Sêşemê li Meclîsa Neteweyî bersiv da pirsan û got, "Ewropa bûye yek û Konseya Yekîtiya Ewropayê ji bo Ewropayê, ji bo nirxê xwe baştir biparêze, ji bo nirxên Ewropayê baştir biparêze divê ji bo guhertina hevsengiya hêzê ya têkildarî Tirkiyeyê biryaran werbigire."
Rîester ji rojnameya Le Fîgaro re axivî û got, "Di rewşa heyî de ev boykot tenê li ser hin berhemên xurekê ye."
'ERDOGAN WÊ NIKARIBE BIBE ASTENG'
Rîester heqaretên Erdogan ên li dijî Macron bi 'zimanekî tund şermezar kir'. Rîester her wiha diyar kir ku rewşeke 'sosret' e ku rewşa Misilmanan mîna rewşa Yahûdiyan a li Elmanya Nazî tê nîşandan.
Rîester got, "Bêguman bi temamî welatî ne. Fransa welatekî vekirî ye, welatekî azad e, lê belê tevî van hemûyan em bi biryar in ku nirxên xwe biparêzin û li dijî terorîzma Îslamîst bi xurtî têbikoşin."
Rîester bi dewamî got, "Ne Erdogan ne jî hinekî din dikarin li pêşiya vî karê me bibe asteng."
'EM Ê FIKRÊN XWE BIPARÊZIN'
Rîester nerazîbûn nîşan da ku "Îslama siyasî bi rêya manîpulasyonê hewl dide qanûna Îslamê derxîne pêşiya qanûna Komarê" û got, "Ev nepêkan e. Em ê fikrên xwe biparêzin."
Piştî ku 16'ê Cotmehê li Fransayê serê mamosteyekî hate jêkirin, hikumeta Fransayê li dijî îslamiya siyasî-radîkal tedbîr wergirt. Serokkomarê Tirk jî hempîşeyê xwe yê Fransayê kir hedef û heqaret lê kir. Erdogan her wiha bang kir ku berhemên Fransayê bên boykotkirin. Çar partiyên Tirk jî mohra xwe danîn binê belavokeke hevpar û helwesta Macron şermezar kirin.