Yek ji heft nexweşên şekir ji ber qirêjiya hewayê nexweş ketiye

Li gorî lêkolînekê, her yek ji heft nexweşên şekir (diyabet) ji ber qirêjiya hewayê nexweş ketiye.

Lêkolîn roja Şemiyê hate weşandin. Lêkolînerên Fakulteya Tipê ya Washîngtonê ya li bajarê Saînt-Loûîs ê DYA'yê ragihandin, gemariya hewayê sala 2016'an bûye sedem ku 3.2 milyon kes bibin nexweşê diyabetê. Ev jî tê wê wateyê ku 14 ji sedî yên nexweşên diyabetê ji ber qirêjiya hewayî nexweş ketine.

Lêkolîn li kovara bi navê The Lancet Planetary Health hate weşandin û li ser têkiliya navbera nexweşiya diyabetê û qirêjiya hewayê ev tespît hate kirin: "Em di wê baweriyê de ne ku qirêjiya hewayê dibe sedem ku hilberîna însulînê kêm bibe. Rê li ber îltihabê vedike û dibe asteng ku beden nikaribe glîkoza li nava xwînê bike enerjî."

Lêkolîn li ser daneyên tenduristiyê yên 1.7 milyon leşkerên berê yên Amerîkî ku 8.5 sal in tedawiyê dibînin, lêkolîn hate kirin. Hemû ji van nexweşan destpêkê ne nexweşên diyabetê bûn, lewma ji bo lêkolînê hatin hilbijaritn.

Her wiha kîloyê zêde û obezîte jî li ber çavan hate kirin ku diyabetê teşwîq dike. Profesorê Tipê Ziyad Al Aly daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Lêkolna me radixe pêş çavan ku di navbera qirêjiya hewayê û diyabetê de têkiliyeke zelal heye."

Al Aly got, "Ev girîng e, ji ber ku gelek lobiyên aboriyê dibêjin, asta heyî ya li ser qirêjiya hewayê gelekî tund e û divê bê sistkirin. Delîl nîşan didin ku asta heyî hîn jî têrker nîne û divê bê kêmkirin (rêjeya qirêjiyê)."

Hate ragihandin ku rêjeya mirovên ji ber qirêjiya hewayê bi nexweşiya diyabetê ketine, li welatên ku li ser qirêjiyê tevdîrên dijwar negirtine, zêde ye. Hîndîstan, Papûa Nû Gîne, Afganîstan û Gûyana çend ji wan welatan e. Li welatên dewlemend ên mîna Fransa, Fînlandiya û Îzlandayê jî nexweşên diyabetê yên ji ber qirêjiya hewayê kêm e.