YE wê tenê ji bo pêvajoya derbasbûnê, tehmûla Esed bike!

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), di aliyê çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de berovajî DYA’yê, baş berê xwe nade formîla Esad, ragihandin ku wê di demekî kurd de ji bo çûna Esad bi israr bin.

Di Zîrveya Wezîrên Karên Derve yên YE ya ku li Luksemburgê pêk hat, di derbarê pirskirêka Sûryeyê de nêrînên ku ji aliyê Dewleta Yekîtiya Amerîka(DYA) ve hatibû ziman hate destgirtin. DYA yê ragihandibû ku lêhûrbûna wan tenê li ser tinekirina DAÎŞ’ê ye. Lêhurbûnekê wan yê di derbarê ji holê rakirina Esad nîne.

Fransa jî piştgiriyê dide vê nêrîna DYA yê, di demê borî de jî piştgirî neda nêrînên Yekitiya Ewrupayê(YE) ya çareseriya bê Esad.

Di zîrveyê de Wezîrêkarê derve yê Elmanya Sîgmar Gabrîel axivî û ragihand ku divê DYA pirskirêka Sûryeyê wek tenê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn negire dest. Divê Esad ji ber sûceêku kiriye bê darizandin.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Marc Ayrault jî, mayîna Esed tenê ji bo pêvajoya derbasî mimkûn e. Ayrault got: “ Fransa rêvebirina Suryeyê ji aliyê Esad ve ji bo demekî jî be, napejirîne.” Esad berpirsyarê mirina sed hezaran kesî dibîne.

Berdevkê Mezin ê YE yê Karê Derve Fedrîca Mogherînî jî diyar kir ku xwestekekî wan yê ji bo Esad derhal kar berde nîne, lê ev bi rêyên siyasî yên ku xwe dispêre hilbijartinên demokratîk ve wê pêk were. Mogherînî, destnîşan kir ku weke YE piştgiriyê didin çareseriyên ji bo hemû Sûyeyiyan.

Di pêşnûmeya ku di Zîrveya YE de hate parvekirin, bang li rejîma Sûryeyê hat kirin ku ji bo pêvajoya derbastbûyî divê rejîm planên xwe pêşkeşî Yekîtiya Ewropayê bike.Eger ku Sûrye dixwaze alîkariyê ji nû ve avakirina Sûryeyê bigre pêwîste planên gavên ji bo pêvajoya derbastî ya sîyasî pêk bîne.

Li aliyê din wê sibehê û roja Çarşemê li Brukselê Konferansa Sûryeyê ya Navnetewî yê pêk were.