YE wê destûrê bide madeya glîfosatê ku pençeşêrê çêdike

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe amade dike, ku destûrê bide glîsofata ku ji herbîsîtan e û guman jê tê birîn ku pençêşerê çêdike.

Di pêşniyarê de, ku ev ji hêla komîsyonê ve hatiye kirin, tê xwestin ku bikaranîna glîsofatê ku ji herbisîtan e û li dijî giyanên ziyandar tê bi kar anîn 10 salê dî jî were dirêjkirin. Komîsyona YE’ê di pêşniyara xwe de dibêje, ji hêla rêveberina rîskê ve glîsofat 10 salê dî jî were bikaranîn wê baş bibe.

TI BANDORA WÊ YA PENÇEŞÊRÊ NEBÛYE!

Di raporê ku ku komîsyonê xwe spartiya wê û ji hêla Ajansa Berên Kîmyewî Ewropa (ECHA) û Ajansa Ewlehiya Zad (EFSA) ve hatiye amadekirin, tê gotin ji bo ku glîsofat bi pençeşêrbûnê were senifandin ti sedem tine.

Komîserê ji tenduristiyê berpirs ê Komîsyona YE’yê Vytenîs Andrîukaîtîs roja Duşemê di daxuyaniyê de xwestibû ku dawî li nîqaşên zanistî yên li ser glîsofatê bînin.

Têkildarî glîsofatê ku heta Tîrmeha 2016’an destûr hatibû dayin ku li YE’yê were firotin, di analîzan ku ji hêla saziyên serbixwe ve hatite kirin tê gotin rîskan pençeşêrbûna wê zêde ye. Ji ber sedema helwesta civaka sivîl, ji ber ku Komîsyon ber pê nehatibû destûra firotina ê li YE’yê bide, bi demdemkî biryar li ser hatibû dayin ku destûra firotina wê heta 2017’an were dirêjkirin.

Lê glîsofata ku ji hêla Komîsyonê ve destûra wê hatiye dayin divê destekê ji welatên endam jî bistîne û bi vî rengî jî divê komîsteya pisporan a ku wê Îlon û Cotmehê bicive ser hev jî bipejirîne.

LÊKOLÎN RASTERAST JI HÊLA ENDUSTRIYA ÇANDINIYÊ VE TÊ HAZIRKIRIN!

Li dijî glîsofatê ku Komîsyona YE’ê li gel gelek lêkolînên serbixwe jî destûrê dide bikaranîna wê, duh li Brûkselê ji hêlek gelek çalakgeran ve çalakî hatin kirin.

Di çalakiyê de ku bi banga insîyatîva ‘Stop Glyhosate’ ve hate kirin, ku insîtav li tevahiya Ewropa aktîf e, hate destnîşandkirin ku raporên li ser bandorên glîsofatê yên derbarê tendirûstiyê ku ji hêla ECHA û EFSA’yê ve hatine amadekirin ne bê alî ne. Yek ji nûnera insîyatîvê Kollketîva Avaz Julîe Deruy got lêkolîna navborî ji hêla endûstriya zad ve tê amadekirin û li ber YE’yê tê danîn.

FRANSA Û GELEK WELAT LI SER QEDEXEYÊ BIRYARDAR IN

Glîsofat ku guman jê tê birîn ku bandorên wê yên pençeşêriyê hene, di çandiniyê de li dijî giyanên ziyandar tê bikaranîn. Lê li gelek welatan li dijî vê berê helwest zêde ne.

Herî dawî Wezîrê Hawîrdorê yê Fransayê Nîcoal Hulot got li gel biryara YE’yê jî helwesta wan a li ser glîsofatê teqez e û li welatê xwe ew ê destûra bikaranîna wê nedin.

Par di dengdana dirêjkirina dema bikaranîna glîsofatê de Fransa û Maltayê dengê ‘na’ dabû. Ji ber ku di dengdanê de li gel Elmanya û Italya bi tevahî 7 welatên mezin ên endamên Ewropayê ‘bêbiryar’ mabûn destûra bikaranîna glîsofatê a ji bo deh salan hatibû blokekirin.