YE piştgirî da Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî

Yekîtiya Ewropayê piştgirî da Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya ku DYE zext lê dikir.

Piştî daxuyaniya DYE ya li ser dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî yê Fatoû Bensoûda, Yekîtiya Ewropayê nerazîbûn nîşan da.

Berdevkê Komîsyona Ewropayê Peter Stano got ku; “Yekîtiya Ewropayê li dijî hewldana sabotekirina pergala cezayan e. Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li dijî bêcezatiyê yek ji aktora sereke ye. Em bi Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî re ne û em ji van tevdîran ne xweşhal in.”

Serokê DYE Donald Trûmp 2 meh beriya hilbijartinan li dijî dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî zextên ekonomîk xistibû dewrê.

Wezîrê Karê Derve yê DYE Mîke Pompeo jî got: “Êdî em ji gotinê derbasî çalakiyan dibin. Mixabin Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Emerîkayiyan dike hedef.”

Rêveberiya Trûmp ji bo pêşîlêgirtina lêpirsîna sûcên leşkerên Emerîkî yên di şerê Efganistanê de, di meha Hezîranê de zextên ekonomîk pesend kiribû. Bi zextên roja Çarşemê re ev gef şênber bû.