YE ew ê projeya paqijiya etnîk a li Efrînê fînanse neke

Hate diyarkirin ku Tirkiyeyê li Efrînê ya ku dagir kiriye ji bo karibe penaberan li wê derê bi cih bike, ji Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriya malî xwestiye lê Yekîtiya Ewrûpayê ev daxwaz red kiriye

Ev îddîa li ser tora medyayê ya bi navê Eûroactîvê cih girt. Eûroactîvê diyar kir ku Tirkiye dixwaze penaberan li Efrînê bi cih bike û Yekîtiya Ewrûpayê xwe nedaye ber vî tiştî.

Eûroactîvê diyar kir ku Enqere dixwaze penaberên ji Sûriyeyê li vê Efrînê bi cih bike û bal kişand ser vî tiştî ku di dema civîna Varnayê ya li Bûlgaristanê de Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo ku penaberan li Efrînê  bi cih bike, ji YE alîkarî xwestiye.

Di dema aloziya li ser koçberan de Yekîtiya Ewrûpayê soz dabû ku 3 milyon eûro bide Tirkiyeyê. Heta niha1.9 milyar hate dayîn ê din jî hê nehatiye dayîn. Rayedarên Tirkiyeyê dixwaze beşa mayî ji bo paqijiya etnîk a li ser Kurdan bi kar bîne.

Êrîşên li ser Efrînê di 20’ê Çileyê de dest pê kiribû û di 18’ê Adarê de navenda Efrînê hatibû dagirkirin. Di van êrîşên dagirkeriyê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sed hezaran sivîl jî ji neçarî warê xwe terikandin, gelek nexweşxane û dibistan hatin hilweşandin. Di van êrîşan de Rûsyayê pêşiya dagirkeriyê vekiribû û hêzên welatên rojava jî bêdeng mabûn.

Rayedarekî Ewrûpayê yê ku tevlî konferanseke li ser Sûriyeyê û herêmê bûbû diyar kir ku “Di şertên heyî de em ê piştgiriyê nedin projeyeke Tirkiyeyê ya bi vî rengî.”

Rayedar diyar kir ku di civîna Varnayê de Erdogan ji bo li Bakurê Sûriyeyê gundan ava bike piştgirî xwestiye. Rayedarê ku navê wî nehate diyarkirin got ku “Yekîtiya Ewrûpayê ew ê piştgiriyê nede vî tiştî.”

Berdevkê Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve yê YE Federîca Mogherînî, Maja Kojîjancîc jî diyar kir ku peymana du sal berê a ku di navbera Tirkiye û YE hatiye îmzekirin ji bo vî tiştî ye ku Tirkiye ne li cihekî din lê li Tirkiyeyê alîkariyê bide penaberan.