YE: Ji bo Tirkiyeyê em li ser hevkariya stratejîk hûr bibin

Komîserê Berpirsê ji Berfirehbûna YE’yê Johannes Hahn got Tirkiye divê êdî ne ji bo YE’yê lê ji bo hevkariya stratejîk hûr bibe.

Komîsyona Ewropayê Nîsanê wê Rapora Pêşveçûna Tirkiye- YE’yê eşkere bike. Heke bi têkiliyên bi Tirkiyê re ti guherîn çênebe têp ayin ku rapor bi rexneyê be.

Komîser Hahn ji rojnameya Elman Dîe Welt re axivî, li ser raporê got, ‘’Heke heta wê demê ti guherînên hîmî nebin, rapora li ser Tirkiyê, bi taybetî li ser babeta geşedanên derbarê dewleta hiqûqê wê xwedî rengekî rexneyî be.’’

Hahn got Tirkiye  ji ber rewşa ‘jeostratejîk’ û bi nifûsa xwe ya xilbe’ ji bo YE’yê ‘pir girîng’ e. Hann bi domdarî got Tirkiye û YE’ê salên pêş ‘Weke pêşniyara Emmanuel Macron ji endamtiya YE’yê ya Tirkiyê wêdetir divê li ser hevkariya stratejîk hûr bibin.’

Hahn got bi vî rengî ‘’armancên ku bi niyeta baş û di têkiliyan de rageşiyê nayînin dikarin werin diyarkirin’.