YE: Divê hemû hêzên biyan ji Libyayê derkevin

Fransa, Elmanya, Italya û Yekîtiya Ewropayê xwestin ku şerê li Libyayê raweste û hemû hêzen biyanî vekişin.

Wezîrên Karê Derve yê Fransa, Elmanya û Italyayê û Nûnertiya Payebilind a Polîtîkaya Derve ya YE'yê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li aliyan kirin ku, ''Li ser hîmê pêşnûmeya lihevkirinê ya 23'yê Sibatê bi rengê 5+5 danûstandinê çêkirinê bibin.''

Piştî danûstandinên bi komîsyona leşkerî ya têkel, ku ji Libyayê ji her du aliyan her yekê 5 leşkerên bi payebilind di nav de ne, pêşnûmeya ku NY'yê ragihandî, bi çarçoweya mekanîzmayeke çavdêr pêşbîniniya agirbestê dike.

Wezîrê Karê Derve yê sê welatên Ewropayê bi daxuyaniye hevpar banga agirbestê kirin û diyar kirin ev agirbest hewce dike, ''Hemû hêzên biyan ên li hemû herêmên Libyayê, leşkerên kirêkirî û ekîpmanên leşkerî ku bi binpêkirina ambargoya çekan a NY'yê teslîmata wê hatiye kirin, vekişin.''

Libya piştî ku Miemmer Qedafî 2011'an bi destwerdana NATO'yê hate xistin, tim di nav kaosê de ye.