YE dest ji reaktorên nukleerî yên berê bernade

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hewl dide bike, ku santralên nukleerî ji dema xwe ya hatiye destnîşankirin bêhtir bixebitin.

Di 'analîzeke bazarê' de, ku ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) v ehatiye amadekirin û hat ragihadin ku wê di demeke kurt de bê eşkerekirin, tê tespîtikrin ku santralên nukleerî ji dema ji bo bikaranînê hatiye diyarkirin bêhtir dikare bê xebitandin.

Li gorî vê analîza navborî, ku ji aliyê kovara Der Spîegelê ve hate ragihandin, 90 ji 129 reaktorên nukleerî yên hê dixebitin, di nava şert û mercên asayî de lazim e heta sala 2030'î bên girtin.

Lê belê, tê gotin ku gelek şîrketên enerjiyê wê li gorî vê demê tevnegerin û reaktoran heta 10 û 20 salên din bixebitînin.

PIRANIYA HILBERÎNA SALA 2030'Î WÊ BI REAKTORÊN KEVN WERE KIRIN

Li gorî heman analîzê, di sala 2030'ê de zêdeyî nîvê elektrîka li welatên Yekîtiya Ewropayê ya ji nukleerê bê bidestxistin, wê ji reaktorên kevn ên dema wan a bikaranînê derbas bûye, bê peydakirin.

Li gorî plana ku hikumetên welatên endam ji Komîsyona YE re ragihandine, heta sala 2050'î wê bi 45 heta 50 mîlyar Euroyî razemenî li van reaktorên nukleerî bê kirin.

Di nirxandina Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de tê destnîşankirin, ku bi şertê 'başkirina tedbîrên ewlekariyê' dikare destûr ji dirêjkirina dema bikaranîna reaktorên nukleerî were dayîn.

ELMANYAYÊ DIXE NAVA FIKARAN KU WÊ DI SALA 2022'AN DE NUKLEERÊ BITERIKÎNE

Îdîayên il ser dirêjkirina dema xebitandina reaktorên nukleerî yên li welatên Ewropayê, di serî de Elmanya ku wê di sala 2022'an de bi temamî ji nav nukleerê derkeve, hin welatan dixe nava fikaran. Bi taybetî, li Fransa, Çekya, Belçîka û Swîsreyê piraniya santralên nukleerî yên zêdeyî 30-40 sal in tên xebitandin, li ser sînorê Elmanyayê ne û ev yek rê li ber nerazîbûna civaka Elman vedike.

REAKTOR DIVÊ HERÎ ZÊDE 40 SALAN BÊN XEBITANDIN

Partiya Keskan a Elmanyayê, nerazîbÛn nîşanî vê rapora analîzê ya Komîsyona Ewropayê da. Berdevka Partiya Keskan a ji Polîtîkaya Atomê Berpirsyar Sylvîa Kottîng-Ûhl got, xuya ye Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, piştî karesata Fûkûşîmayê ji maliyeta enerjiya nukleerî 'ders' negirtiye.

Kottîng-Ûhl destnîşan kir, ku dema xebitandina reaktorên nukleerî divê herî zêde 40 sal in û bê qedexekirin ku ji 40 salan zêdetir reaktor bê xebitandin.