YE bertek nîşanî heqaretên Enqereyê da

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekitiya Ewropa Jopes Borrell bertek nîşanî heqaretên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ê li hemberî Serokkomarê Fransayê Macron da.

Borrell di daxuyaniya xwe ya li ser Twîtterê de diyar kir ku gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan “Nayê pejirandin.”

Borrell got, “Gotinên Serokkomar Recep Tayîp Erdogan ên li hemberî Serokkomar Emmanûel Macron nayê pejirandin.”

Nûnerê Polîtîkaya Ji Derve yê YE bang li Tirkiyê kir ku “Dawî li pevçûnên xwe yên xeternak bîne.”

FRANSAYÊ BERTEK NÎŞAN DA

16’ê Cotmehê di derbarê mijara mamosteyê Fransî yê ku serî wî jêkirin û hatî qetilkirin de, bi ti şêweyî şermezar nekirî, li dijberî wê hêncet dîti û bê navber daxuyaniyên provokatîf kirî û herî dawî diyar kiribû “Pêwîstiya Macron bi tedawiyek zihnî” heye.

Vê daxuyaniyê rê li ber krîza di navbera du welatan de vekir. Serokkomarê Fransayê diyar kir ku ev heqaret “nayê pejirandin” û “nakeve polemîkên bê feyde” û bang li sefîrê Tirkiyê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drian jî bertek nîşanî Tirkiyeyê da.