YE amadekariyan dike ku cezayekî giran ê pere li Facebookê bibire

Yekîtiya Ewropa (YE), ji ber sûcê 'agahiyên şaş belav kiriye û xapandiye' amadekiariyan dike ku cezayekî giran ê pere li yek ji mezintirîn tora medya civakî Facebookê bibire.

Li gorî îdîaya ku xwe dispêre dîplomatên li Brukselê, Saziya Hevrikiyê ya Yekîtiya Ewropayê amadekariyan dike, ku ji ber lêpirsînsa li ser kirîna bernameya peyaman a bi navê WhatsAppê ceza li Facebookê bibire.

Tê gotin, rayedarên Yekîtiya Ewropayê yên lêpirsîna il ser kirîna WhatsAppê ji aliyê Facebookê ve dimeşînin, dibêjin ku Facebookê agahiyên şaş dane û xapandine. Bi vî awayî tê plankirin ku cezayekî giran li Facebookê were birîn, ku ji şîrketên din re jî bibe mînak.

Li gorî agahiyan, cezayê ku tê plankirin li Facebookê were birîn, bi qasî ji sedî 1 ê cîroya sala 2016'an vê şîrketê ya li gelemperiya cîhanê be. Tev jî tê wateya 276 mîlyon dolarî.