YBŞ’ê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke xwe yê 4’ê Nîsana 2021’ê şehîd bûbû, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe Emîn Sebawî ku 4’ê Nîsanê li Medîbanê şehîd bûbû, eşkere kir.

YBŞ’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Hevrêyê me Emîn Sebawî roja 4’ê Nîsanê ji ber encama nexweşiyeke gihîşt karwanên şehîdan.

Hevrêyê me Emîn di qonaxa ku çeteyên DAÎŞ’ê xwestibûn yekîtiya gelê Ereb û Êzidiyan tine bikin de tevlî nava refên me bû. Di sala 2017 piştî rizgarkirina gundê Medibanê ew jî bi dilsozî biryara xwe da û ji bo parastina xaka Şengalê erkên giran da ser milê xwe. Ruxmê ku nû tevlîbûbû çi erk ketiye ser milê wî bi dilnizmî pêk aniye û bûye mînak ji bo hevalên derdora xwe. Her çiqas hevalek ciwan bû jî bi sekna xwe ya leşkerî û jiyanî her tim di asta pêşengtî de rol leyist. 

Di sala 2017’an li dijî çeteyên hovane ya DAÎŞ’ê û zihniyeta wî ya dijmirovahiyê re şer kirin û hemberî van çeteyan berxwedayîn, fedakartî û wêrektiyek pir mezin dixwest. Hevrêyê me Emîn Sebawî jî di pêvajoyek wiha giran û xeter de ji bo tinekirina çeteyan, parastina xaka xwe û gelê heremê kir û di berxwedana dîrokî de cihê xwe girt.

Di serî de em sersaxî ji bo malbat û eşîra Bineseba ya hevrêyê xwe Emîn Sebawî dixwazin û soza ku me ji bo şehîdên xwe daye em car din dûbare dikin. Doza Hevrê Emîn a ku heta dawî pê bawer kir û bê dudilî jiyan kir, em ê jî li ser vê bingehê ala berxwedaniyê hilbigrin û bi serkeftinê ve tacîdar bikin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdê YBŞ'ê wiha ye:

Nav paşnav: Casim Mihemed Xidir

Nasnav: Emîn Sebawî

Dayik-Bav: Hatîce-Mihemed

Dem û cihê tevlîbûnê: 2017 / Medîban

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Nîsana 2021 /Medîban