Xwevekişandina li Hûdeydayê didome

Li gorî peymana di serê meha Kanûnê de  tê diyarkirin ku milîsên li bajarê Hûdeydayê yê Yemenê xwe vedikişînin.

Hate diyarkirin ku milîsên Şîî yên ku bajarê Hûdeydayê di bin kontrola wan de ye, xwe vedikşînin. Rayedarekî ji Neteweyên Yekbûyî yê ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, diyar kir ku roja Înê piştî saet 00.00’an xwevekişandin pêk hatiye.

AFP’ê diyar kir ku beriya vekişandinê, milîsên Hûsî merasîmek li dar xistine.

Di çarçoveya hevdîtina aştiyê de ya ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî pêk hat, di 18’ê Kanûnê de agirbestek pêk hatibû.

Hûdeyda ji sala 2014’an û vir ve di bin kontrola milîsên Şîî de ye. Li gorî peymanê divê hêzên nêzî hikumetê jî xwe vekişînin.

Li Yemenê ji sala 2015’an û heta niha şerekî navxweyî heye û herî kêm 10 hezar kes mirin û 20 milyon kes jî di şertên gelekî xerab de dijîn.