Xwepêşandanên xwendekaran ên li Sirbîstanê di roja 2. de ne

Li Sirbîstanê, bi hezaran xwendekarên lîse û zanîngehê ku dibêjin, di hilbijartinên Serokkomariyê yên roja Yekşemê de hîle hatiye kirin, daketin kolanan.

Hat ragihandin, Serokkomar Aleksander Vûcîc bi rêjeya ji sedî 55'an a dengan, di hilbijartinên Serokkomariyê de bi ser ketiye. Ciwanên li ber vê yekê radibin, ev du roj in li qadan e û çalakiyan lidar dixin.

Bi hezaran kes, tevî Belgradê li bajarên Nîş û Novî Sadê xwepêşandan lidar xistin. Xwendekaran destnîşan kirin, ku Vûcîc di hilbijartineke adîl de bi ser neketiye.

Ciwanên ku xwe bi rêya tora medya civakî bi rêxistin dikin, dibêjin ku ew ne endamê ti partiyeke mûxalefetê ne.

Di hilbijartinên Serokkomariyê yên roja Yekşemê de, endamê Partiya Pêşveçûnê ya Sirbîstanê (SNS) Aleksander Vûcîc ku ji sala 2014'an û vir ve Serokwezîr e, bi ser keti. Mûxalefet bi 10 namzetan derketibû pêşiya Vûcîc.

Vûcîc, ku di serdemên destpêkê de xwe weke 'neteweperestekî Sirp ê ûltra" bi nav dikir, dixwaze welatê wî bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.