Xozat: PKK xwedî mîrasê Denîzan e

Xozat: PKK xwedî mîrasê Denîzan e

Xozat da zanîn ku meha gulanê di dîroka şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê de xwedî rolek girîng e û wiha got: “Denîz, Huseyîn û Yusuf ruhê şoreşgerên serhildêr in. Ji dil bawermendên biratiya gelan bûn û pêşengên jiyana wekhev, azad û demokratîk bûn.”

Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) Besê Xozat bi boneya salvegera bidarvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî û girîngiya meha gulanê nêrînên xwe anî ziman. Xozat diyar kir ku tevgera PKK’ê têkoşîna 40 salan fedayê gelan, jinan û hemû civakan kiriye.

Xozat bal kişand ser 1’ê Gulanê û êrîşê hikûmeta AKP’ê ya li hemberî kedkaran jî û wiha got: “Ez êrîşa li hemberî karkeran şermezar dikim û berxwedana bi rûmet a kedkaran silav dikim. Qasî ku ez dizanim li Stenbolê di êrîşên 1’ê Gulanê de du jin bi giranî birîndar bûn û gelek birîndar çêbûn. Ev dide xuyakirin ku ji kedkaran re tehemul nemaye. Di pêvajoya ku nîqaşên aştiyê tên kirin de, pîrozkirina 1’ê Gulanê ya li Taksîmê ji bo AKP’ê azmûnek bû. AKP bi devkî dibêje em ê mafên jinan û kedkaran bidin, lê di pratîka xwe de jî dîmenên wehşet derdixe holê.”

Xozat aşkera kir ku 6’ê gulanê roja şehadeta Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan e û wiha berdewam kir: “Denîz, Huseyîn û Yusuf ruhê şoreşgerên serhildêr bûn. Ji dil bawermendên biratiya gelan bûn û pêşengên jiyana wekhev, azad û demokrasiyê bûn. Denîz Gezmîş bi têkoşîna xwe diyar kir ku ew ji bo biratiya gelên kurd û tirk diqîre. Her wiha di heman nifşê de Mahîr Çayan jî bi van gotinan hinceta têkoşîna xwe diyar kir û got: “Pirsgirêka bingehîn pirsgirêka kurd e. Heta ev pirsgirêk çareser nebe dê şoreşa Tirkiyeyê bi pêş nekeve.” Herî zêde Rêber Aop û PKK xwedî li vê mîrasê derketin. Rêber Apo û tevgera PKK’ê her tim di riya Denîzan de meşiyan.” 

Xozat, hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku di 11’ê gulanê de şehîd ketibû bi bîr anî û wiha domand: “Rêhevaa Mizgîn ji Êlihê bû û di sala 1982’an de bi nasîna tevgerê di heman salî de tevli refên PKK’ê bû û di heman salî de çû qada Lubnanê û perwerdeya bîrdozî û leşkerî dît. Mizgînê Hunera şoreşê û kesayetiya hunerê bi hêzek mezin temsîl dikir. Mizgîn dema li eyaleta Garzanê berpirsiyar bû di sala 1992’an de li ser îxbarek li Tetwanê di malekî de ket pevçûnê û berxwedanek mezin gihîşt şehadetê. Têkoşîna jinên şoreşger li ser hêza Mizgînê bi pêş ket û mezin bû û hîna jî dibe. Di meha gulanê de Şîrîn Elemhulî û 3 hevalên wê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin îdamkirin. Leyla Qasim û 3 hevalên wê jî ji aliyê rejîma Baasê ve di sala 1974’an de hatin îdamkirin. Leyla Qasim jî li başûrê Kurdistanê li hemberî serdestan û enfala ku li hemberî kurdan pêk dihat têkoşiya. Weke din Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya jî bo azadî û demokrasiya gelan kedek mezin dan.” 

Xozat herî dawî bal kişand ser komploya ku di 6’ê Gulana 1996’an de ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û wiha bi dawî kir: “Çawa ku îdama Denîzan li hemberî gelê tirk komployek bû, komploya li hemberî Rêber Apo jî pêk hat, li hembe rî gelê kurd komployek bû. Ez vê komployê lenet dikim.