Xisareke mezin li Notre-Dame de Parîs bû

Piştî ku doh danê êvarê agir bi Katedrala Notre-Dame de Parîs a li paytext Parîsê ket, tîra li ser katedralê bi temamî şewitî. Xisareke mezin li avahiyê bû.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser şewatê daxuyanî da û got, "Em ji encama herî xerab rizgar bûn." Lê belê li katedrala ku emrê wê nêzî 900 sal e, xisareke cidî rû da.

Tê gotin, şewat ji ber karê tamîrê rû daye.

Şewatê doh êvarê saet 18:30'î dest pê kir û tîmên arkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Piştî ku mirovên li herêmê hatin veguhastin, karê vemirandina şewatê dest pê kir. Saet derdora 19:30'î tîra mezin a li ser katedralê şewitî.

Lîderên dinyayê jî peyam weşandin û diyar kirin ku ew bi gelê Fransayê re ne.