Xelata Ekonomiyê ya Nobelê dan pisporên muzayedeyê

Xelata Ekonomiyê ya Nobelê dan Paûl Mîlgromê 72 salî û Robert Wîlsonê 83 salî yên ku derbarê optîmîzekirina firotinên muzayedeyê teoriyek çêkiribûn.

Xelata Ekonomiyê ya Nobelê dan Paûl Mîlgromê 72 salî û Robert Wîlsonê 83 salî yên ji Emerîkayê.

Li gorî daxuyaniyê her du kesan li ser firotinên di muzayedeyan de teoriyek çêkirine.

Roja Înê jî Xelata Aştiyê ya Nobelê dabûn Bernameya Xurekan a Cîhanê ya ku li dijî birçîbûnê têdikoşe.

JINÊN XELATÊN NOBELÊ STENDIN

Roja Pêncşemê jî Xelata Wêjeyê ya Nobelê dabûn Loûîse Gluck, Xelata Fizîkî dabûn Andrea Ghez, Xelata Kîmyayê dabûn Emmanûele Charpentîer û Jennîfer Doûdnayê. Îsal bi giştî çar jinan xelatên Nobelê stendin.