Xebatkarên Ryanairê li gelek welatan dikevin grevê

Ji ber ku daxwazên xebatkarên Ryanairê nehatin qebûlkirin ku şîrketa rêyên hewayî ya Îrlandayê ye, biryar hate wergirtin ku li Îngilistanê grev bê kirin. Li gelek welatên Ewropayê muzakere xitimîne.

Sendîkaya Ryanair Balpa ku pîlotên şîrketê yên li Îngilistanê temsîl dike, ragihand ku di 22'ê Tebaxê û 2'ê Îlonê de dest bi grevê bike. Li gorî vê yekê greva 22'ê Tebaxê wê 48 saetan bidome, greva duyemîn jî wê di navbera 2-4'ê Îlonê de pêk were.

Sendîkayê ragihand, biryara grevê bi biryara 80 ji sedî yê endamên xwe hatiye wergirtin û destnîşan kir, ew di mijara lihevkirina bi rêveberiya Ryanair re bi biryar in.

Xebatkarên şîrketa Ryanair ên nerazî ne tenê li Îngilistanê ne. Li Elmanya, Îrlanda, Spanya û Swêdê jî di navbera sendîkayan û Ryanairê de hevdîtin didomin. Lê belê li gorî sendîkaya Balpa ya li Îngilistanê, di hevdîtinan de yên li welatên din hema bêjin ti pêşketin nîne.

Li gorî agahiyan, Ryanairê biryar wergirtiye ku nûnertiya xwe ya li Balafirgeha Faro ya Portekîzê bigire ku herî kêm 120 karker dibe ku ji kar bên derxistin. SNPVAC jî ku wezîfedarên kabînê yên şîrketê yên li Portekîzê endamên wê ne biryar wergirt ku di 21'ê Tebaxê de ji bo 5 rojan dest bi grevê bikin.