WHO'yê li dijî Ebolayê rewşa lezgîn ragihand

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) li dijî şewba Eboya 'rewşa lezgîn' ragihand.

Midûrê Giştî yê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesus li Cenevreyê daxuyaniyek da û diyar kir, dema hatiye ku dinya bi rengekî fermî li dijî şewbê helwestê nîşan bide. Ghebreyesus tevî vê yekê pêşniyar kir ku Komara Kongo ya Demokratîk sînorên xwe vekirî bihêle.

WHO ku saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye, piştî ku li duyemîn bajarê herî mezin ê Komara Kongo ya Demokratîk li Gomayê mirovek ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, biryareke wiha wergirt. Goma li ser sînorê Rûandayê ye. Meha Hezîranê li Ûgandayê jî du nexweşên bi şewba Ebolayê hatibûn dîtin.

Li Komara Kongo ya Demokratîk ji havîna derbasbûyî û vir ve derdora 1700 kesî ji ber nexweşiya Ebolayê jiyana xwe ji dest dan.

Rewşa lezgîn a global heta niha tenê çar caran ji aliyê WHO'yê ve hatiye ragihandin.