WHO: Li dinyayê pêdivî bi 6 milyon hemşîreyan heye

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê diyar kir ku a niha li dinyayê pêdivî bi 6 milyon hemşîreyan heye.

WHO li ser hemşîreyan raporek weşand û bal kişand ser rola girîng a hemşîreyan.

Gerînendeyê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Gheybreyesûs got ku “Hemşîre bingeha pergala tendirustiyê ne. Îro gelek hemşîre li dijî Covîd-19’ê têdikoşin.”

Li gorî raporê li dinyayê 28 milyon hemşîre dixebitin û pêdivî bi 5,9 milyon hemşîreyan heye. Hate diyarkirin ku herî zêde li Efrîka, Asyaya Başûrê Rojhilat, Rojhilata Navîn û Emerîkaya Başûr pêdivî bi hemşîreyan heye.

Nivîskara raporê Mary Watkîns diyar kir ku welatên dewlemend têra xwe hemşîreyan perwerde nake û ji ber vê jî li welatan ev kêmasî pêk tên. Watkîns got ku “80 ji sedê hemşîreyan profesyonel ji bo nîvê nifûsa dinyayê dixebitin.”