WHO: Ji bo rewşa lezgîn hê pir zû ye!

Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî (WHO) ragahand ku hê pir zû ye ji bo vîrûsa li Çînê derketî rewşa lezgîn a navneteweyî bê ragihandin.

Midûrê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesûs, piştî civîna komîteya lezgîn a du rojan li Cenevreyê dom kir û şûnde daxuyanî da got: “Îro ji bo tenduristiya raya giştî ya pir alî ya navneteweyî rewşa lezgîn ranaghinim.”

Midûrê WOH ji bo Çînê hişyariya ‘Ev ji bo Çînê rewşeke lezgîn e’ û got: “Ev di warê gerdûnî ya tenduristiyê de rewşeke ne lezgîn e, lê dibe.”

Vîrûsa ku di meha Kanûnê de li bajarê Wûhan derket holê, piranî li ser xaka Çînê belavî nêzî 600 kesî bû. Heta niha piranî li Çînê û 17 li Wûhanê bi giştî 18 kes mirine.

Çîn nêzî 20 milyon kesên ku li Wûhan û derdorî wê dijîn xistine karantînayê.  Midûrê WOH’yê anî ziman ku tedbîrên ku Çînê girtine ji bo berbelavbûna vîrûsê baş e û got: “Bi hêviya ku bi bandor û di demeke kin de bi dawî bibe.”

Vîrûsê li gelemperiya Çînê rê li ber fikaran û metirsiyê vekiriye. Li Peknîn Pîrozahiyên Sala Nû ya 25’ê Çileyê hatin betalkirin. Rayedarên Çînê anîbûn ziman ku ne tenê ji hewayê belavî mirov, ji mirov ber bi mirov dikevin. WOH’yê jî diyar kir ku vîrûs ji mirovan belavî mirovan dibe. Midûrê WOH’yê bibîr xist ku ji deveyî Çînê heta niha nehatiye piştrastkirin ku vîrûs ji mirovan ber bi mirovên din dikeve.