WHO: Asta belavbûna vîrusê neketiye

Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê (WHO) şewba Covîd-19’ê li gelek welatan kêm bûbe jî, ev nayê wateya ku ev vîrus ji holê rabûye.

Dîrektorê Nexweşxaneya San Raffaele ya li bajarê Mîlana Îtalyayê Dr. Alberto Zangrîllo ji televîzyona RAÎ re axivîbû. WHO jî li ser axaftina wî diyar kir, şaş e ku mirov bibêje asta belavbûna koronavîrusê ketiye.

Dr. Zangrîllo îddîa kiribû ku vîrusa SARS-CoV-2 ya ku bûbû sedema Covîd-19’ê li Îtalyayê ji holê rabûye. Dr. Zangrîllo diyar kiribû ku di testên dawîn de barê vîrusê li gorî du meh berê kêmtir bûye.

WHO: HÊ JÎ GELEK KES JI BER VÎRUSÊ DIMIRIN

WHO’yê jî diyar kir ku “Li holê tu zanîn tuneye ku mirov bibêje ev vîrus kêmtir bûye patojen.”Rêveberê Bernameya Mudaxeleya Lezgîn a WHO’yê Mîchael Ryan jî got ku “Her roj bi hezaran kes ji ber koronavîrusê dimirin”.

Heta niha 6,2 milyon kes bi şewba Covîd-19’ê ketine û ev jî tenê kesên ketine testê ne. Hejmarên rastîn zêdetir e. Heta niha 374 hezar kes jî ji ber Covîd-19’ê mirine. Li Çîn, Ewropa û DYE’yê belavbûna vîrusê hatiye kêmkirin lê li welatên Emerîkaya Başûr, Rûsya, Efrîka û li hin welatên Asyayê jî belavbûna wê kêm nebûye.