WFP: Li Yemenê rewş pir xedar e

Bernameya Xorek a Cîhanê (WFP) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Yemenê pêwîstiya 10 milyon kesî bi xorekê heye û ragihand ku bi lezgîn pêwîstî bi 737 milyon dolar alîkariyê heye.

Berdevka WFP’ê Elîsabeth Byrs li Cenevreyê axivî û got: “Divê niha bi lez û bez bikevin tevgerê. Rewşekî pir xeternak heye, lampayên hemû hişyariyan sor in.”

Byrs diyar kir ku ji xwe ji bo bakurê welat belavkirina xorekan sînordarkirine û got: “10 milyon kes pirsgirêkên wan ên xwarin û vexwarinê heye.”

Byrs bi domdarî got: “Hişyariyên lezgîn vegeriyan û eger alîkariyên mirovî direng bikevin wê li gel pandemiya şewba koronayê re rewş hê xedartir bibe.”

Brys anî ziman ku krîza li Yemenê pir alî ye, bilindbûna bihayê xorekên bingehîn, ketina nirxê pereyê netewî Riyalîn û dîsa belavbûna Korona û domandina şer yek jî sedemên vê yekê ne.