Wezîrê Elmanyayê ji bo hevdîtinê wê biçe Îranê

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nukleerê û ji bo ‘çareseriyê’ ew ê hefteya pêş biçe Tehranê.

Li gorî daxuyaniya berdevkê Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê, haya Wezareta Karê Derve ya Fransayê hate û haya Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ji vê hevdîtinê heye.

Li gorî daxuyaniyê Wezîrê Elmanyayê Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nukleerê û ji bo çareseriyê wê biçe Tehranê.

Peymana li ser nukleerê di Tîrmeha 2015’an de hate îmzekirin. Îran, Çîn, Rûsya, Elmanya, Fransa, Îngîltere û DYE’yê ev peyman îmze kiribûn.

DYE’yê di Gulana 2018’an de xwe ji peymana nukleer vekişand û dest bi zext û ambargoyê kir. Trûmp ji bo ku welatên din jî xwe ji peymanê vekişînin, zextan dike.