Wezîrtiya Hûlot borsaya enerjiyê ya Fransayê tevlîhev kir

Emmanûel Macron, ku duh hikumeta xwe ya nû ragihand, dijberê nukleerê Nîcolas Hûlot kir Wezîrê Veguherîna Ekolojîk û Hawirdorê. Vê yekê şîrketa cemaweriyê EDF xiste nava panîkê.

Rojnamevan-nivîskar û anîmatorê televîzyonê Nîcolas Hûlot, ku bi karên xwe yên balê dikişîne ser mijarên hawirdor û avhewayê tê naskirin, di hilumeta hilbijartinê ya demî de weke Wezîrê Veguherîna Ekolojîk û Hawirdorê hate wezîfedarkirin.

Bi wezîfedarkirina Hûlot re, ku bi helwesta xwe ya li dijî nukleerê tê naskirin, Macron berê xwe da dengê hilbijêrên di mijarên hawirdor û avhewayê de hesas in.

PARÊN ŞÎRKETA HILBERÎNERÊ ELEKTRÎKÊ DI NAVA 2 SAETAN DE JI SEDÎ 7 KÊM BÛN

Lê belê wezîfedarkirina Hûlot ji bo vê wezaretiyê, bandoreke neyînî li şîrketa hilberîn û belavkirina elektrîk EDF kir, ku ev şîrketa cemaweriyê bi dehan santralên nukleerî yên li vî welatî dixebitîne.

Ji saet 15:00 dema ragihandina wezîfeya Nîcolas Hûlot û heta saeta girtina borsayê, parên vê şîrketê bi rêjeya ji sedî 7 kêm kir. Tê texmînkirin, ku qîmetê vê şîrketê yê li nava borsayê wê hê kêm bibe.

TÊ XWESTIN, PARA NUKLEERÊ YA HILBERÎNA ELEKTRÎKÊ DAXÎNE JI SEDÎ 50

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ê lîberal sozê dide ku heta sala 2025'an para nukleerê ya di hilberîna elektrîkê de ku niha ji sedî 75 e, daxîne ji sedî 50. Macron her wiha di bernameya xwe ya hilbijartinê de soz da bû ku di heman demê de para hilberîna elektrÎkê ji çavkaniyên dikarin bên nûkirin, bigihîne asta ji sedî 32'an.