Welatiyên Sûdanê di hikûmeta sivîl de bi israr in

Li Sûdanê bi hezaran kes çalakiya rûniştinê ya li pêşiya baregeha artêşê didomînin,nimêja Înê jî bi awayekî komî kirin û daxwaza dewrkirina rêveberiyê ji bo sivîlan kirin.

Welatiyên Sûdanê ji 6’ê Nîsanê ve li paytext Hartûmê li pêşiya baregeha artêşê di çalakiyên protestoyê de ne. Destpêkê çalakiyên li dijî desthiltdariya 30 salan a dîktator Omer El Beşîr de, piştî ku 11’ê Nîsanê rejîm hilweşiya daxwazên welatiyan veguherî hikûmetekî sivîl.

Çalakger daxwaz dikin ku rayeyên Konseya Leşkerî ya ji bo pêvajoya derbasker hatibû avakirin dewrê konseyekî sivîl were kirin.

Di çalakiyê de pankarta “Ji bo hikûmetekî sivîl ku ji hemû leşkeran hatî rizgarkirin” hate hildan û bê navber dirûşmeya “Azadî, azadî” hate berzkirin.

Kesekî ku pêşengiya nimêja Înê kir wiha got; “Em dixwazin ji artêşê re bibêjin ku em zarokên vê netewê ne rolê me parastina vî welatî ye.”

Bihezaran kesî ragihand ku heta daxwaza wan ya hikûmeta sivîl neyê qebûlkirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

Roja Pêncşemê jî bi deh hezaran kes li pêşiya baregeha artêşê kom bûnûn û heman daxwaz ragihandibûn.