Weber: Divê danûstandinên bi Tirkiyeyê re bi dawî bibin

Di dawiya meha Gulanê de wê hilbijartinê Parlamenta Ewropayê pêk werin. Serkêşê lîsteya Partiya Gel a Ewropayê siyasetmedarê Elman Manfred Weber got, divê danûstandinên bi Tirkiyeyê re yên ji bo endametiyê tên kirin, bi dawî bibin.

Hilbijartinên Parlamenta Ewropayê wê di 23-26'ê Gulanê de pêk werin. Namzetê sereke yê lîsteya Partiya Gel a Ewropayê ya mûxafazakar (EPP) li bajarê Munster ê Elmanyayê di dema kampanya hilbijartinê de axivî.

Weber di civîna kampanya hilbijartinê ya partiyên Yekîtiya Xiristiyan a Elman (CDU/CSU) de got, "Gelo sînorên dawî yên Ewropayê hene? Ewropa di dawiya dawî de digihêje ku derê?"

Li gorî nûçeya DW'ê, endamê Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU) Weber got, di asta heyî de ya têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, herî zêde pêwîstî bi 'durustiyê' heye.

Weber got, "Ji ber vê yekê yeqîn nakim ku Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê" û diyar kir, "Em hevkariyê, dostaniyê dixwazin, lê belê divê em danûstandinên bi Tirkiyeyê re yên ji bo endametiyê bi dawî bikin."

Weber roja Sêşemê jî li Atînayê di kampanya hilbijartinê de gotibû, Tirkiye wê ti carî nikaribe bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.

Partiyên CDU û CSU, cara yekê ye ku bi bernameyeke hevpar a hilbijartinê tevlî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê dibin. Di bernameya hevpar a 20 rûpelî de her du partî li dijî endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê derdikevin.