Weber: Deriyên Yekîtiya Ewropayê wê li Tirkiyeyê bên girtin

Partiya Gel a Ewropayê ku koma herî mezin a Parlementa Ewropayê ye, ji bo hilbijartina ku wê Gulana 2019'an pêk bê Manfred Weber ji bo serokê komîsyona YE'ê namzet nîşan da. Weber dibêje, wê pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ya YE'yê biqede.

Siyasetmedarê muhafazakar ê Elman Manfred Weber, ev 14 sal in parlamenterê Parlamenta Ewropayê ye. Ev çar sal in jî serokê Partiya Gel a Ewropayê (EVP) ye ku koma herî mezin a Parlamenta Ewropayê ye. Di heman demê de alîkarê partiya Yekiya Sosyal a Xiristiyanan (CSU) ye ku nêzî partiya Merkel a CDU ye. 

EVP'ê duh li paytexta Finlandiya Helsînkiyê kongreya xwe pêk anî û ji bo hilbijartinên ku wê sala bê di meha Gulanê de ji bo serokatiya komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Weber namzet nîşan da. Di kongreyê de dengdan ji çapemeniyê re girtî pêk hat û Weber 79 ji sedî deng girtin û bû yekemîn. Hevrikê wî serokwezîrê berê yê Fînlandiyayê Alexander Stubb, nekarî 20 ji sedî yê dengan jî bigire.

Weber, hefta bihurî daxuyanî dabû çapemeniya Elmanyayê û gotibû ku di pêvajoya hilbijartinê de soza wî ya herî mezin ew e ku deriyên Yekitiya Ewropayê li ser Tirkiyeyê bigire, pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ya ji bo Ewropayê rawestîne.