Wê gelê Şîliyê Destûra Bingehîn a xwe binivîse
Li Şiliyê roja Yekşemê di referandûmê de gel biryar stend ku ew ê destûra bingehîn a ji wexta Pînochetê dîktator maye, karibe biguherîne. Gel wê tevî nûnerên ku hilbijartiye destûra bingehîn binivîse.

Li Şîliyê ya ku yek ji welatê Emerîkaya Başûr e ji bo nivîsandina ji nû ve ya destûra bingehîn a ji dema cûntaya faşîst Aûgûsto Pînochet maye, gel roja Yekşemê çûbû ser sindoqan. Ligel ku pandemî hebû jî ji sedî 48’ê gel ji bo nivîsandina destûra bingehîn dengê erê da. Ji sedî 79’ê gel biryar da ku divê ev destûra bingehîn ji aliyê nûnerên gel ve were nivîsandin.
Ji bo hilbijartina nûneran wê gel di meha Nîsanê de dîsa biçe ser sindoqan. Wê nîvê van nûneran jin bin û 155 kesan pêk were. Ji bo nivîsandina destûra bingehîn wê salek dema van nûneran hebe.