Washîngtonê dest ji rakirina bîrdariyên koledaran berda

Şaredariya paytexta DYE'yê Washîngton DC, hewldana xwe ya ji bo rakirina bîrdariyên koledaran, bi bandora rêveberiya Trûmp betal kir.

Şaredara Washîngtonê, ji komîsyona li ser lêkolînkirina rakirina bîrdarî û peykerên kesên pêwendiya xwe bi koledariyê hebûn, paş ve gav avêt. Bowser diyar kir ku armanca komîsyona naborî rakirina bîrdarî yan jî peykeran nîne, armanca xwe ew e ku wan peykeran li gorî serdema heyî amade bike. Bowser bi vî rengî alternatîfa 'rakirina bîrdariyan' a komîsyonê red kir.

Bowser bi vê biryara xwe serî li ber rexneyên tund ên Qesra Spî tewand, ku di daxuyaniyên Qesra Spî de dihate gotin, "Tê xwestin ku dîroka Emerîkayê bê tunekirin û mîrateya mezin ji holê bê rakirin." Di daxuyaniya Qesra Spî de ji bo pêşniyarên ku komîsyona Meclîsa Şaredariya Washîngtonê kiribû gotina "pêşniyarên pûç" hatibû bikaranîn.

Piştî ku George Floyd ê 25 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin, xwepêşandanên şermezarkirinê dest pê kirin û hem li DYE'yê hem jî li gelek welatan hebûna bîrdariyên kesên ku bi karê xwe yê koledariyê û nijadperestiyê dihate naskirin, bûbû mijara nîqaşê.