PÎK: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd

Serokê PÎK'ê Hîkmet Serbilind bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Daxwaza me ji Rehman ew e ku cejna îsal bibê wesîleya yekîtiya gelÊ Kurd û bibê mizgîniya xêrê ji bo Kurdistana azad û serbixwe."

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind  di destpêka daxuyaniya xwe de Cejna Qurbanê di serî de li gelê Kurd û hemu gelên alema Îslamê pîroz kir û diyar kir ku Cejna Qurbanê sembola ji bo mirovahiyê dûrbûna ji egoîstiyê û enaniyetê ye.

Serbilind piştre bal kişand ser serjêkirina qurbanan û têkildarî wateya wê ya olî got: ‘’Armanca qurbanê çi ye? Armanc nêzîkbûna ber bi Xwedê ve ye bidesxistina razîbûna wî ye. Misilmanên ku di warê olî de dewlemend in, ji mal û milkê xwe parek ji bo sedeqe û qurbanê vediqetînin û di nav kesên hewcedar de parve dikin. Ji ber vê yekê, dema ku hewce bike, bawermend dikarin malê xwe ji bo Xwedê feda bikin. Ew hevkariya civakî civakê xurt dike û mirov digihîne têrbûna giyanî.’’

Hîkmet Serbilind destnîşan kir ku Cejna Qurbanê di dîroka mirovahiyê de ji bo aşitiye û azadiyê xwedan rolêke gelekî giring e û wiha pêde çû: ‘’Mixabin îsal jî di vê cejnê de jî dîktatorên cîhanê dîsa li dijî gelên bindest ên li ser rûyê erdê komkujiyan pêk tînin. Dewlata Tirk a nîjadperest li Başûr, Rojava û li her çar perçeyên Kurdistanê bi kîndarî êrêşî maf û destkeftiyên gelê Kurd dike.

Di heman demê de di alema Îslamê de jî hinek dewlet û rêberên dîktator li misilmanên mezlûm zilmê dikin û li ser xwîna mezlûman hebûna xwe didomînin. Xwedayê dilovan gelê me û hemû gelên mezlûm ên alema Îslamê ji şerê wan kujer û zaliman biparêze.’’

Serbilind di dawiya daxuyaniya xwe de dubare Cejna Qurbanê  alema Îslamê û gelê Kurd pîroz kir û got: ‘’Ev roja pîroz ji bo dile însanan ber bi hev ve bîne û dilşikestin û qetilkirina însanan ji holê rake tê pîrozkirin. Berxwedana Hz. Îsmaîl (a.s.) ji bo hemû mirovahiyê bûye nîşana aşîtî û azadîye. Daxwaza me ji Rehman ew e ku cejna îsal bibe wesîleya yekîtiya gele Kurd û bibê mizgîniya xêrê ji bo Kurdistana azad û serbixwe.

Dubare hêvi dikin ku ev cejna pîroz ji bo gelê Kurd û hemû mezlumên li seranserê cîhanê bibe wesîleya aşîti û aramiyê. Em Cejna Qurbanê li alema Îslamê û bi taybetî jî li gelên Kurdistanê pîroz dikin.’’