Volkana Fûego ji nû ve çalak bû, 3 hezar kes hatin tehliyekirin

Li Gûatemalayê volkana Fûefo ji nû ve çalak bû. Ji ber pijiqîna lavan sê hezar kes hatin tehliyekirin.

Li Gûatemalayê ji ber ku volkana Fûego lavan dipijiqîne, li herêmê 3 hezar kes hatin tehliyekirin.

Volkana Fûego îsal cara 5’an lav pijiqand. Di 3’ê Hezîranê de ji ber lavên volkanê gundê bi navê San Mîgûel Los Lotes wêran bûbû. 200 kes miribûn û 235 kes jî winda bûbûn.

Ji ber volkanê li herêmên Escûîntla, Sacatepeqûez û Chîmaltenangoyê 2995 kes hatin tehliyekirin.

Îro lavên volkanê heta 500 metreyan pijiqîbûn. Volkana ku 3763 metre ye, 35 kîlometreyan dûrî Gûatemala Cityê ye.