Vîrûsa Korona: Sedemên rêjeya kêm a mirina li Elmanyayê ye

Li Elmanyayê, ji ber şewba koronayê heftane nîv milyon mirov tên testkirin. Sedemên rêjeya kêm a qurbaniyên li Elmanyayê tê nîqaşkirin.

Vîrûsa nû ya korona Covîd-19 li cîhanê li qadeke berfireh belav dibe. Li hin welatan rêjeya mirinê ya ji ber vîrûsê gelekî bilind e. Li Îtalyayê heta doh 80 hezar mirovên bi vîrûsê hatin tespîtkirin û 8 hezar 200 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê li gorî pisporan ji 0.5 heta 1.-2 ji sedî ya nexweşan jiyana xwe ji dest didin.

Berevajî Îtalyayê, li Elmanyayê ku bi deh hezaran mirov bi nexweşiyê ketine rêjeya qurbaniyan 0.5 ji sedî ye. Li gorî Enstîtuya Robert Koch ku têkildarî statîstîkên şewba Covîd-19 saziyeke erkdar e, heta doh 36 hezar û 508 kes bi vîrûsê ketin û 198 kes bûn qurbanî.

HEFTANE 500 HEZAR TÊN TESTKIRIN

Sedema herî girîng a kêmbûna rêjeya qurbaniyan li Elmanyayê ew e ku gelekî testa vîrûsê tê kirin. Bi saya vê yekê bi rêjeyî ji Koreya Başûr kêmtir qurbaniyên xwe heye.

Li gorî daneyên dawî li Elmanyayê heftane li 500 hezar kesî testa koronayê tê kirin.

Di vê navberê de piraniya mirovên li Elmanyayê bi vîrûsê ketin ciwan in ku ev yek avantajeke mezin e. Zêdeyî nîvê nexweşan di navbera 20 heta 50 salî de ne. Rîska mirinê ya vê kategoriyê li gorî ya extiyaran gelekî kêm e.

KAPASÎTEYA NEXWEŞXANEYAN ZÊDETIR E

Her wiha tê gotin ku yek ji sedemên kêmaniya rêjeya qurbaniyan li Elmanyayê ew e ku kapasîteya servîsên lezgîn ên li nexweşxaneyan zêde ye. Li Elmanyayê ku nifûsa xwe 83 milyon mirov e, bi taybetî hejmara cihên pêwîst ên reanîmasyonê 25 hezar cih in. Bi saya vê yekê pêşî li gelek nexweşên Covîd-19 hate girtin ku nefetisin.