Vîrûsa Ebolayê: Li Kongoyê ji 2 hezarî zêdetir weqa
Li Komara Kongoyê ya Demokratîk vîrûsa Eboloyê gihaye ji 2 hezarî zêdetir mirovan.
Li Komara Kongoyê ya Demokratîk vîrûsa Eboloyê gihaye ji 2 hezarî zêdetir mirovan.
Li gorî daneyên Wezareta Tendiristiyê ji beriya 10 mehan ku hêla Eboloyê dest pê kiribû û vir ve, vîrûs di 2 hezar û 8 kesan geriyaye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Ji van 1914 jê hatine piştrastkirin, 94 jê weqeyên pêkan in. Bi giştî 1346 kes mirin, 539 kes baş bûne''.
Wezaretê diyar kir, her çendî hijmara weqeyan ji 2 hezarî derbas bûne jî, guherîna van heftiyên dawî pozîtîf e, lê dîsa jî ew ji her rewşê de amade ne.
Wezaretê her wiha ragihand, ji ber ku hêla bi herêmên Kîvu yê Bakur ve sînordar e ew kêfxweş in.
Ji 1976'an ve li Komara Kongoyê ya Demokratîk bi kêmanî 10 hêlên Ebolayê çêbûn. Hêla dawî bûye yek ji hêla herî giran a di dîroka nexweşiya Ebolayê de. Beriya niha 2014'an li Lîberya, Gîne û Sîerra Leone jî di nav de li Efrîka ji ber vê nexweşiyê 11 hezar kes miribûn.