Vîetnamê derziya ewil a şewba berazan a Efrîkayê çêkir

Vîetnamê ragihand ku wan bi hevkariya lêkolînerên Emerîkayî ji bo têkoşîna li dijî şewba berazan a Efrîkayê derziya ewil çêkiriye.

Tê payîn ku rayedarên Vîetnamî serê pêşîn bi tenê ji bo Vîetnamê destûr bidin da ku bê firotin. Lê belê rêveberiya Hanoiyê, dixwaze ku ji bo alîkariyê, derziyê bifiroşe welatên nexweşiyê zirar daye heywanên wan jî.

Alîkarê Wezîrê Çandinê yê Vîetnamê Phung Duc Tien diyar kir ku çêkirina derziyê tiştekî dîrokî ye û got ku me dil heye em bifiroşin derveyê welêt jî.

Kesê rayedar ne di der heqê ne firotina ji der ve ne jî kapasîteya çêkirinê de roj diyar nekir.

Şewba berazan a Efrîkayê ya zirarê nade mirovan lê dide sewalan serê pêşîn meha sibatê ya sala 2019‘an li Vîetnamê tespît bû. Ji hingê ve welêt neçar ma ku bi milyonan sewalan bikuje.

Heta bi niha, ji bo girtina ber li vê nexweşiyê li tu dera cîhanê derzî nedihat firotin. Derziya Vîetnamê ji sala 2020îî ve heta bi niha bi hevkariya pisporên Emerîkayî tê bipêşdebirin.

Phund Duc Tien da zanîn ku qewlê destnedayînê yê derziyê şeş meh in û diyar kir ku ewlehî û bibandorbûna wê ji aliyê Servîsa Lêkolîna Çandinî yê di bin banê Wezareta Çandiniyê ya Emerîkayê ve hatiye erêkirin.

Vîetnam nexweşî kêm kiribe û derfeta nû kirina kerî û garanên xwe dabe jî vîrûs li hin herêmên cîhanê pir zirarê dide.

Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiya Heywanan a Cîhanê, di navbera meha çile û nîsana 2022’yan de li 35 welatên li pênc parzemînan hatiye ragihandin ku bi zêdeyê 1,1 milyon berazên kedî re ev vîrus heye.