Venezûelayê li dijî DYE'yê yekîneya taybet ava kir

Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro ku di hedefa rêveberiya Washîngtonê de ye, ragihand ku li dijî 'destwerdan'eke gengaz a Emerîkayê wan yekîneyeke taybet a komando ava kirine.

Nîcolas Madûro diyar kir ku armanca yekîneya operasyona taybet a hatiye avakirin li dijî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ye. Madûro ragihand ku fermandariya yekîneyê yekser di destê serokkomariyê de ye û got, "Ev yekîneya nû wê xwedî wê kapasîteyê be ku li her herêmeke welat 24 saetan û heman kêliyê de bikeve nava tevgerê."

ÎDÎAYA 'SÎXUR LI XWE MIKUR HAT'

Madûro li vîdeo konferansekê axivî ku li televîzyona dewletê hate weşandin û îdîa kir ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp talîmat daye CÎA'yê ku li dijî Venezûelayê bikeve nava hewldanên 'veşartî' û 'terorîstî'. Madûro îdîa kir ku DYE dikare dest li navendên petrolê yan jî elektrîkê, her wiha armancên leşkerî û hilbijartinê werde.

Nîcolas Madûro îdîa kir ku kesekî beriya niha girtine sîxureke ku li êrişên DYE'yê mikur hatiye. Li gorî texmînan kesê navborî Matthew John Heath e ku 11'ê Îlonê hate destgîrkirin.

Di meha Tebaxê de bi sûcdariya 'terorîzmê' 20 sal cezayê girtîgehê li du welatiyên Emerîkayê birîbûn.

Piştî hilbijartina parlamentê ya sala 2015'an krîza dîplomatîk a navbera rêveberiya Venezûela û DYE'yê mezin bûbû. DYE'yê muxalefeta rastgir a ku Madûro ji krîza aboriyê ya li welêt berpirsyar dibîne, weke 'nûnerê' welêt qebûl kiribû.

Li Venezûlayê tevî yekîneyên artêşê yên derdora 115 hezar kesî, her wiha hêzeke sivîl a tê texmînkirin 4.5 milyon kes e û weke 'Milîsên Bolîvar' tên naskirin yekser bi Madûro ve girêdayî ne.