Ultîmatom dane Qatarê: Di hedefê de Tirkiye jî heye!

4 welatên ku ambargo li ser Qatar danîn ji bo ku cezayên ku li ser hatiye danîn bi dawî bibe gavek avêt. 

Siûdî, Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, Misir û Bahreynê lîsteyeke ji 13 xalan diyar kir.

Di lîsteyê de xalên balkêş wiha ne:

*Girtina baregeha leşkerî ya Tirk a  li Qatarê

*Girtina saziya weşanê ya bi navenda Qatarê, ya El Cezîreyê

*Bidawîkirina hevkariya bi Îranê re

*Ji ber alîkariya bi terorîzmê re dayina tazmînatê ya li çar welatan

*Bidawîkirina têkiliyên xwe yên bi Biriyên Misilman, El Qaîde, Hîzbullah, DAIŞ, El Nusra ku di lîsteyê de weke ‘rêxistinên terorîst’ têne binavkirin

*Qutkirina alîkariya fînansê ya ji ser komên terorîst û tundrew

Ev şert ji hêla Quweytê ve ku navbeynkarî dike ji bo Qatarê hatin ragihandin. Çar welatan ji bo ku ev şert werin pêkanîn 10 roj mawe dane Qatarê.

Siûdî û hevalbendên wê destpêka Hezîranê ambargo li ser Qatarê danîbûn. Çar welatan têkiliyên xwe bi tûmî ji Qatarê birîn û gelek welatan jî têkiliyên xwe sînordar kirin.

Qatar ji hêla van welatan ve tê tawanbarkirin ku alîkariyê dide terorîzmê, wan fînanse dike û bi Îranê re hevkariyê dike.

Yê ku xwe li ser Qatarê kirî bû Tirkiye. Tirkiyê bi balafirên kargoyê û keştiyan alîkarî gihande Qatarê. Malzemeyên ku Tirkiyê şandin di nav refan de cihê xwe girt.