Tûra 20'emîn a hevdîtinên Astanayê destpê kir

Tirkiye, Rûsya û Îran ku di neçareserkirina krîza Sûriyeyê de weke aktorên bingehîn têne dîtin, bi îdîaya "peydakirina çareseriyê" careke din li Astanayê li hev kom bûn.

Nûnerên hersê welatan li paytexta Kazakistan Astanayê li hev kom bûn. Hevdîtinên li Astanayê ji destpêka krîza Sûriyeyê û vir ve cara 20'an e tê lidarxistin. Hevdîtinên ku heta niha hatine kirin, hemû bêencam mane.

Dewleta Tirk ku di kûrkirina krîzê de weke aktorê bingehîn e û di pozîsyona dagirkeriyê de ye, hevdîtina destpêkê ya li Astanayê bi heyeta Îranê re kir.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr O. Pedersen jî tevlî hevdîtinan bû. Urdun, Iraq û Lubnanê jî bi statuya çavdêriyê heyet şandin hevdîtinan.

Di civînan de ku wê du rojan dwam bike, wê guherîna rewşa herêmî ya li dora Sûriyeyê û bûyerên li qadê bêne nirxandin. Afirandina şert û mercên vegera penaberên ji Sûriyeyê jî ji xalên rojeva hevdîtinan e.

Di danûstandinan de tê payin ku di navbera alîkarên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îranê û Sûriyeyê de ji bo 'asayîkirina' têkiliyên nvabera Sûriye û Tirkiyeyê, li ser 'nexşerêyê' civîneke çar alî ya şêwirmendiyê bê kirin.

Dewleta Tirk hîn jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadeke berfireh a li ser sînor dagirker e. Li van qadên dagirkirî rejîmeke terorê ava kiriye.