Trûmp wê dest biavêje qada parastî ya li Alaskayê

Rêveberiya Serokê DYE'yê Donald Trûmp, pêşî li sondaja gaz û petrolê vekir ku li qadeke parastî ya li Alaksayê bê kirin.

Wezîrê Karên Hundir Davîd Bernhardt ji rojnameya Wall Street Joûrnalê re axivî û diyar kir ku li qada faûna neteweyî ya Arktîkayê wê firotina mafên taybet ên petrolê "ji dawiya salê û pê ve" dest pê bike.

Bernameya sondajê wê li qadeke peravî ya ji 70 hezar kîlometreçargoşeyî bê kirin. Li vê qada ku bi qasî Îrlandayê mezin e, rezervên herî mezin ên li qada parastî ya li okyanûsa Arktîkayê heye.

Li vê qada navborî hirçên cemseran û karîbû hene.

Gelek rêxistinên hawirdorê, ji salên 1980'î û vir ve li dijî projeyên sondajê yên li ser herêmê derdikevin.